Pirsên malî
Ez çawa û li ku bacê bidim? Ez çawa dikarim sîgorteyeke tenduristiyê ya erzan an kurseke Almanî ya erzan peyda bikim? Li ser vê rûpelê hûn ê zanyariyên li ser van mijaran peyda bikin.
Ez çawa û li ku bacê bidim?
- Kantona Bernê pergala bacê bi gelek zimanan li ser Hallo-Bern.ch şirove dike.
- Di ch.ch de hûn ê li ser vegerandina bacê, cureyên bacê, planên malnişînbûnê û deynan zanyariyan peyda bikin (DE)
- Bo zanyariyên pirtir, binêrin li malpera bajarê Bernê (DE).
Ez çawa dikarim şîrketeke sîgorteya tenduristiyê ya kêm-mesref peyda bikim?
- Di Priminfo-malpera hikûmeta federal de hûn dikarin mesrefên li pargîdaniyên cihêreng ên sîgorteya tenduristiyê bidin ber hev (DE, FR, IT).
Meriv çawa kêmkirinên sîgorteya tenduristiyê digire (Prämienverbilligung)?
- Kesên bi diravên hindik dikarin sîgorteya tenduristiyê erzantir wergirin. Ji vê re tê gotin «Prämienverbilligung». Hûn dikarin li ser vê yekê zanyariyan li ser malpera Kantona Bernê peyda bikin (DE, FR).
Ez dikarim ji ku derê bo kursa Almanî dirav wergirim?
- Bajarê Bernê salê carekê kûponên yarmetiyê dide ku hûn dikarin bo kursên Almanî bidin. Hûn dikarin zanyariyên pirtir li ser malpera DeutschBon peyda bikin (DE)
- Herêma Dêra Katolîk a Bernê rêzkirin bi kursên Almanî yên belaş an erzan li herêma Bernê heye (DE).