Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Sîgorte û ewlehiya civakî

Ewlehiya civakî çi ye? Divê ez li ser vê mijarê çi zanibim. Hûnê li ser vê pelê agahiyên li ser sazûmana sîgorteya civakî ya Swîsreyê, sîgorteyên girîng û cihên şêwirmendiyê bibînin.

Naveroka ewlehiya civakî li Swîsreyê çi ye?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch dide.

Kîjan sîgorte hene? Divê ez ji bo xwe kîjanê çêkim?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch dide.
  • Hûn li bajarê Bernê yan li Ostermundigenê rûdinin? Hûn dikarin ji bo pirsên li ser sîgorteyên civakî serî li saziya erkdar a bajarê Bernê bidin. (DE)
  • Girîng! Ger hûn li Swîsreyê rûdinin, divê sîgorteyeke we ya tenduristiyê hebe. Divê hûn piştî hatina xwe ya Swîsreyê di nava sê mehên destpêkê de serlêdanê bikin. Hûnê agahiyên zêdetir li ser Hallo-Bern.ch bibînin.
  • Sîgorteyeke girîng sîgorteya berpirsyariyê ye. Hûnê agahiyên zêdetir li ser Hallo-bern.ch bibînin.

Erzaniya heqê were dayîn çi ye? Ezê erzaniya heqê were dayîn çawa bistînim.

  • Kesên pereyên wan kêm hene, dikarin sîgorteya tenduristiyê bi erzanî bi dest bixin. Navê vê «erzaniya heqê were dayîn» e. Hûnê agahiyên ji bo vê li ser malpera kantona Bernê bibînin. (DE, FR)

Alîkariya dewletê çi ye? Çi bandoriyên alîkariya dewletê li ser rewşa mayîna min a li vir heye?

  • Alîkariya dewletê alîkariyê dide kesên pereyê wan têrî debara jiyana rojane nake. Hûnê agahiyên zêdetir li ser Hallo-Bern.ch bibînin.

  • Bajarê Bernê di pirtûkeke pirzimanî de dibêje, bê alîkariya dewletê çawa pêk tê. Hûnê vê pirtûkê li ser malpera xizmeta civakî ya bajarê Bernê bibînin.

Ezê li ku şêwirmendiyê bistînim?

  • Hûnê cihê serlêdan û şêwirmendiya alîkariya dewletê li ser malpera Konferansa Swîsrî ya ji bo ewlehiya civakî bibînin. (DE, FR)

  • Cihê beşa Koçberiyê Isa bi pir zimanan şêwirmendiya we dike. Hûnê agahiyên bi almanî li ser malpera isa bibînin. (DE)

Weitere Informationen.

Fusszeile