Sîgorte û ewlehiya civakî
Ewlehiya civakî çi ye? Divê ez li ser wê çi bizanim? Li ser vê rûpelê hûn ê li ser pergala ewlehiya civakî ya Swîsê, sîgorteyên girîng û navendên şêwirmendiyê zanyariyan peyda bikin.
Ewlehiya civakî li Swîsê çi tê de heye?
- Kantona Bernê li ser vê mijarê pirtir anyariyên pêşkêş dike li Hallo-Bern.ch.
Kîjan sîgorte hene? Divê ez kîjanan derxim?
- Kantona Bernê zanyariyan li ser vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch pêşkêş dike.
- Gelo hûn li bajarê Bernê yan li Ostermundigen dijîn? Tu dikarî bi bajarê Bernê re têkilî dayînî bo her pirseke li ser ewlehiya civakî (DE).
- Girîng! Eger hûn li Swîsê dijîn, divê we sîgorteya tenduristiyê hebe.Pêdivî ye ku hûn di nav sê mehên pêşîn ên piştî ketina nava welêt de tomar bikin. Bo zanyariyên pirtir, serdana vir bikin Hallo-Bern.ch.
- Sîgorteyeke girîng berpirsiyarî ye. Zanyariyên pirtir li ser Hallo-Bern.ch peyda bikin.
Kêmkirina prîmê çi ye? Ez çawa dikarim kêmkirina sertir wergirim?
- Kesên bi diravên hindik dikarin sîgorteya tenduristiyê erzantir wergirin. Ji vê re "Prämienverbilligung" tê gotin Hûn dikarin li ser vê yekê zanyariyan li ser malpera Kantona Bernê peyda bikin (DE, FR).
Alîkariya civakî çi ye? Alîkariya civakî bandoreke çawa li ser rewşa min a rûniştinê dike?
- Alîkariya civakî alîkariyê dide kesên ku bo tiştên rojane diravên wan têr nake. Bo zanyariyên pirtir, li vir binêrin Hallo-Bern.ch.
- Bajarê Bernê di broşûreke pirzimanî de diyar dike ka alîkariya civakî çawa dimeşe. Hûn dikarin vê broşûrê li malpera xizmetên civakî bajarê Bernê peyda bikin.
Ez dikarim ji ku tewsiyeyan wergirim?
- Hûn dikarin navendên têkilî û şêwirmendiyê bo alîkariya civakî li ser malpera Konferansa Swîsreyê ji bo Ewlekariya Civakî peyda bikin (DE, FR).
- Isa Fachstelle Migration bi çend zimanan tewsiyeyan li we dike. Bo zanyariyên bi Almanî, li vir binêrin malpera isa (DE).