Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Zarok û malbat

Hûn li keseke li zarokan binêrin digerin? Ji bo zarok û malbatan li kantona Bernê kîjan derfet hene? Hûnê li ser vê pelê agahiyên van mijaran bibînin.

Nêrîna li zarokan (mayîna li ber zarokan)

Kîjan derfetên nêrîna li zarokan (mayîna li ber zarokan) ji bo zaroka min hene?

  • Derfetên mayîna li ber zarokan ên cihêreng hene: Kreş (cihê nêrîna li zarokan) (Kitas) ji bo zarokên biçûk, lênêrîna rojane û lênêrîna di dema betlaneyê de ji bo zarokên diçin xwendegehê, malbatên lênêrînê ji bo zarokên di her temenî de. Hûnê li ser malpera bajarê Bernê (DE, EN) agahiyên zêdetir ên ji bo nêrîna li zarokan bibînin.

Ezê li ku derê kreşeke (cihê nêrîna li zarokan) li nêzî xwe bibînim?

Tenduristî

Ez dikarim li ku bijîjkeke yan bijîjkekî zarokan bibînim?

  • Hûn dikarin li ser doctorfmh.ch bijîjkeke yan bijîjkekî bi zimanê we diaxive bibînin. (DE, FR, IT, EN)
  • Hevdîtina we ya bi bijîjk re heye û pêdiviya we bi wergerandinê heye? Wergêrên navçandî hene. Hûn dikarin agahiyên zêdetir ên cihên navbeynkariya herêmî yên kantona Bernê li ser malpera Interpretê bibînin. (DE)

Şêwirmendî û lênêrîn

Ez dikarim li ku şêwirmendiyê ji bo malbat û dêûbavan bibînim?

  • Hûnê li ser malpera kantona Bernê agahiyên zêdetir ên derfetên şêwirmendiyê ji bo malbatan bibînin. (DE, FR)
  • Şêwirmendiya dayik û bavan ji bo dêûbavên zarokên wan di navbera 0 û 5 salî de şêwirmendiya yekeyek û ya komî û herwiha kursan dide. (DE, FR)
  • Hûnê li ser malpera bajarê Bernê lîsteya cihên şêwirmendiyê yên ji bo pirsên hevjîniyê, malbat, mezinkirina zarokan, awayên malbatan û di rewşên lezgînî de alîkariya we bikin, bibînin. (DE)

Werziş û livûtevger

Werziş û livûtevger ji bo tenduristiyê baş in. Bi taybetî ji bo zarokan. Lê belê ji bo jin û mêran jî. Li Bernê gelek derfet hene. Gelek ji wan bê pere yan bi erzanî ne. Xwe li ser malpera saziya werzişê agahdar bikin. Yan jî telefonî me bikin. Emê bi dilxweşî alîkariya we bikin! Tel. 031 321 67 40 (almanî)

Agahiyên zêdetir

  • Kantona Bernê agahiyên zêdetir ên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide. Agahiyên li ser maf û erkên dêûbavan, ji bo çareserkirina nakokiyan û ji bo mayîna li ber zarokan jî hene.

Weitere Informationen.

Fusszeile