Zarok û malbat
Gelo hûn muqateya zarokan digerin? Li bajarê Bernê bo zarok û malbatan çi xizmet hene? Li ser vê rûpelê hûn ê zanyariyên li ser van mijaran peyda bikin.
Çi vebijarkên muqateya zarokan bo zaroka min hene?
- Vebijarkên cuda yên muqateya zarokan hene: Navendên muqateya rojane (Kitas) bo zarokan, muqateya rojane û muqateya betlaneyê bo zarokên dibistanê, malbatên muqateyê bo zarokên ji her temenî. Li ser malpera bajarê Bernê hûn dikarin zanyariyên pirtir li ser muqateya zarokan peyda bikin (DE, EN).
Ez çawa dikarim navendeke muqateya rojane li nêzîkî xwe peyda bikim?
- Bi malpera kantonê ji bo lêgerîna hûn dikarin li taxa xwe pêşniyara rast peyda bikin (DE, FR).
Ez dikarim bijîjkekî zarokan li ku peyda bikim?
- Li ser doctorfmh.ch hûn dikarin bijîşkek ku bi zimanê we diaxive peyda bikin (DE, FR, IT, EN).
- Te hevdîtina bi doktor re heye û pêdivî bi wergêr heye? Wergêrên navçandî hene. Hûn dikarin zanyariyên pirtir li ser nivîsgehên navbeynkariyê yên herêmî li kantona Bernê li ser malpera Interpret peyda bikin (DE).
Ez dikarim tewsiyeyan bo malbat û dayîkbavan li ku peyda bikim?
- Li ser malpera Kantona Bernê hûn dikarin li ser xizmetên şêwirmendiyê bo malbatan pirtir agahdar bibin (DE, FR).
- Şêwirmendî ji bo dê û bavên bo dayîkbavên zarokên di navbera 0 û 5 salî de şêwirmendiya takekesî û komî û hem jî kursan pêşkêş dike (DE, FR).
- Li ser malpera bajarê Bernê hûn ê lîsteke navendên şêwirmendiyê peyda bikin ku di pirsên li ser hevkarî, malbat, perwerde, formên malbatê û di rewşên awarte de piştgirî didin we (DE).
Werziş û rahênan
Werziş û rahênan saxlem in. Bi taybetî bo zarokan. Lê bo jin û mêrên mezin jî. Li Bernê gelek pêşniyar hene. Gelek ji wan ne diravekî ne yan jî bi diravekî pir kêm in.
Zanyariyên pirtir peyda bikin li malpera lijneya sporê. An jî telefonî me bikin. Em ê kêfxweş bibin ku alîkariya we bikin! Tel. 031 321 67 40 (Deutsch)
Zanyariyên pirtir
- Ev belavoka bajarê Bernê bo dayîkbavên pirzimanî bi gelek zimanan têbîniyên kêrhatî tê de hene.
- Li ser malpera bajarê Bernê hûn dikarin pêşniyarên bo malbatan peyda bikin (DE).
- Kantona Bernê li ser vê mijarê pirtir li ser Hallo-Bern.ch zanyariyên pêşkêş dike. Zanyariyên li ser maf û berpirsiyariyên dayîkbavan, pevçûn û muqateya zarokan di nav de ye.