Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Xwendegeh û perwerde

Xwendegeh li Swîsreyê çawa bi rê ve diçin? Xizmeta civakî ya xwendegehê çi ye? Ezê hînbûneke pîşeyî yan xwendineke pîşeyî li ku bibînim? Hûnê li ser vê pelê agahiyên ji bo van mijaran bibînin.

Sazûmana perwerdeyê

Ez li ku qeyda zaroka xwe/zarokê xwe ji bo xwendegehê bikim?

  • Gava hûn li bajarê Bernê rûdinin, hûn dikarin zaroka xwe/zarokê xwe ji bo hêlîna zarokan û ji bo xwendegehê (pola 1. heta 9.) li ba Mudîriyeta xwendegehê bidin qeydkirin. (DE)
  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser hallo-bern.ch dide.

Li bajarê Bernê xwendegeh çawa tên sazkirin?

  • Planê Hînkirinê yê kantona Bernê li ser malpera kantonê hatiye bicihkirin. (DE)

Zaroka min/zarokê min bi almanî kêm diaxive yan qet naaxive. Ew dikare çawa almanî hîn bibe?

  • «Hînbûna almanî ya berî hêlîna zarokan» derfeteke bipêşdebirinê ya bajarê Bernê ye. Ev derfet ji bo zarokên bi temenê berî xwendegehê yên kêm bi almanî dizanin an qet nizanin, tê dayîn. Hûnê agahiyan li ser malpera-Primano bibînin. (DE)
  • Bajarê Bernê ji bo zarok û ciwanên kêm almanî dizanin an nizanin kursên ziman ên li ser hev dide. (DE)

Zaroka min/zarokê min bi zimanekî ji almanî cudatir diaxive. Ew çawa dikare vî zimanî baştir bike?

Li ser mijara perwerde û xwendegehê pirsên min ên din hene. Ez dikarim serî li kê bidim?

  • Hûnê agahiyên ji bo mijarên sazûmana xwendegehê, nêrîna li zarokan a rojane û di dema betlaneyê de, kursên almanî ji bo dêûbavan û zarokan û hîn zêdetir li ser malpera rêvebiriya xwendegehê bibînin.
  • Hûnê li ser malpera hallo-bern.ch agahiyên zêdetir ên mijara xwendegeh û perwerdeyê bibînin.

Piştî xwendegeha mecbûrî

Piştî xwendegeha mecbûrî çi derfetên xwendina pîşeyî ya bingehîn ên zaroka min/zarokê min hene?

  • Piştî dema xwendina mecbûrî derfetên cihêreng ên xwendina pîşeyî ya bingehîn ji bo ciwanan heye. Ger zaroka we/zarokê we nû hatiye Swîsreyê û temenê xwe ji 14an zêdetir be, ew dikare, wek mînak, biçe derfeteke navbeynî bi kar bîne. Derfeta navbeynî derfeta xwendinê dide hemû ciwanên piştî dema xwendina mecbûrî cihekî din ê xwendina pîşeyî nedîtine.
  • Kantona Bernê agahiyên zêdetir ên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide.

Ger li ser vê mijarê pirsên we yên din hebin, serî li cihekî şêwirmendiyê yê wek cihê beşa ji bo pirsên koçberî û nijadperestiyê yê bajarê Bernê yan jî li isa Bern bidin. (DE)

Xwendegehên bilind, zanîngeh û qebûlkirina dîplomeyan

Ez dikarim li ku agahiyên li ser zanîngehan û xwendegehên bilind ên beşên pîşeyî yên li Swîsreyê bibînim?

  • Kantona Bernê agahiyên zêdetir ên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide.

Min koçî Swîsreyê kir. Ez dikarim li xwendegeheke bilind a Swîsreyê bixwînim?

Bûrs çi ne û ez çawa dikarim serî lê bidim?

Bûrs, ji bo kesên dixwazin xwendina pîşeyî ya bingehîn bikin alîkariyeke aborî ye. Vê bûrsê tenê kesên dixwazin xwendineke pîşeyî wek cara yekem bikin û tenê kesên ji welatên Ewropayê hatine Swîsreyê distînin, ev bûrs ji bo kesên ji welatên sêyemîn hatine vir piştî mayîna pênc salan a li vir dikare were stendin.

Ez çawa dikarim dîplomeya xwe bidim qebûlkirin?

  • Kantona Bernê agahiyên zêdetir ên vê mijarê li ser hallo-bern.ch dide.
  • Sekreteriya dewletê ya ji bo perwerde lêkolîn û nûjeniyê (SFBI) di malpera xwe de dibêje, bê dîplomayeke biyanî çawa dikare were qebûlkirin. (DE, FR, IT, EN)

Weitere Informationen.

Fusszeile