Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Kar û pîşe

Hûn li ciyekî kar digerin? Hûn dixwazin li ser pîşeyekî zêdetir bixwînin? Hûnê li ser vê pelê agahiyên bi gelemperî li ser mijarên kar, lêgerîna kar û xwendina pîşeyî ya pêşdetir, bistînin.

Ez dikarim bi destûra xwe ya mayînê kar bikim?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch dide.
  • Hûnê bersivên gelek pirsên zêde tên pirsîn ên li ser nasnameyên mayînê (destûrên mayînê) yên wek B, C, L, F, N û herwiha nasnameyên din li ser pela Staatssekretariats für Migration bibînin. (DE, EN, FR, IT)

Ez çawa dikarim li ser cihên kar ên li karkeran digerin, xwe agahdar bikim?

  • Hûnê agahiyên li ser lêgerîna li cihên kar û mijara kar û xebata li Swîsreyê li ser Berufsberatung.ch bibînin. (DE, FR, IT, RM)

  • Hûn dikarin cihên li karkeran digerin li ser lêgerînkên gelemperî yên internetê yan jî li ser malperên kargeh û karsazan bibînin. Li jêr hinek mînakên ji lêgerînkên cihên kar hene:

Lêgerînkên cihên kar ên birêvebiriyan:

Lêgerînkên cihên kar ên karsazên taybetî yên herî mezin ên li bajarê Bernê:

 

Kî dikare ji bo lêgerîna ciyekî kar alîkariya min bike?

  • Cihên şêwirmendiya pîşeyî û agahiyan ên kantona Bernê (BIZ-Bern) ji bo pirsên we yên li ser pîşe, xwendin û bidestxistina kar şêwirmendiya we dikin. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera BIZ Bern bibînin. (DE, FR)

  • Cihê beşa koçberiyê Isa bi pir zimanan şêwirmendiya mijara kar dike. Hûnê agahiyên bi almanî li ser malpera isa bibînin.

  • Bernameyeke internetê ya pîşeyî ya bajarê Bernê ji bo koçber û penaberên xwedîpîşe heye. Navê wê Bernetz e. Hûnê agahiyan li ser malpera Bernetz-Webseite bibînin. (DE)

  • Rêxistina HEKSê ya «Nan ji bo herkesî» (HEKS) û Frieda bernameyên alîkarîdayîna lêgerîna ciyekî kar ji bo koçber û penaberên xwedîpîşe pêşkêş dikin. Hûnê agahiyên bi almanî li ser malpera HEKS û li ser malpera Frieda bibînin. (DE)

Ez çawa dikarim dîplomeya xwe li Swîsreyê bidim qebûlkirin?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch dide.
  • Sekreteriya Bajêr a Perwerde, Lêkolîn û Nûjeniyê (SBFI) ji qebûlkirina dîplomeyên biyanî berpirsyar e. Hûnê agahiyan li ser malpera SBFI bibînin. (DE, FR, EN, IT)
  • Ji bo qebûlkirina dîplomeyên zanîngehan Swissuniversities berpirsyar e. Hûnê agahiyan li ser malpera Swissuniversities bibînin. (DE, FR, EN, IT)

Ez çawa dikarim fîrmayekê/şîrketekê ava bikim?

  • Hûnê agahî û rênîşanên pratîkî yên karkirina bi serê xwe li malpera ch.ch bibînin. (DE, EN, FR, IT, RM)
  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch dide.

Perwerdeya pîşeyî ya bingehîn û perwerdeya xwebipêşdebirinê

Ez ciyekî hînbûna kar, perwerdeya pîşeyî ya bingehîn û perwerdeya xwebipêşdebirinê li ku bibîninim?

  • Hûnê agahiyên li ser perwerdeya pîşeyî û perwerdeya xwebipêşdebirinê û hînbûna pîşeyî li ser berufsberatung.ch bibînin. (DE, FR, IT, RM)



Weitere Informationen.

Fusszeile