Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Kar û pîşe

Gelo hûn li karekî digerin? Gelo hûn dixwazin perwerdehiyeke pirtir bikin? Li ser vê rûpelê hûn ê zanyariyên li ser kar, lêgerîna kar û perwerdehiya pirtir peyda bikin.

Ez dikarim bi destûra rûniştina xwe kar bikim?

  • Kantona Bernê li ser vê mijarê pirtir anyariyên pêşkêş dike li Hallo-Bern.ch.
  • Hûn ê li ser malpera Sekreteriya Dewletê ya Koçberiyê SEM bersivên pirsên pir tên pirsîn li bara destûra rûniştinê ya B, C, L, F, N û mijarên din ên rûniştinê de peyda bikin  (DE, EN, FR, IT).

Ez çawa dikarim li bara derfetên kar agahdar bibim?

  • Zanyariyên li ser lêgerîna kar û xebatê li Swîsê dikarin Berufsberatung.ch peyda bikin (DE, FR, IT, RM).
  • Hûn dikarin li ser Înternetê bi motorên lêgerînê yên gelemperî yan jî bi rêya malperên karsazan derfetên kar peyda bikin. Li vir çend nimûneyên portalên kar hene:

Portalên karbarên rêveberiyê:

Portalên kar ên şîrketên herî mezin ên taybet li bajarê Bernê:

 

Kî dê alîkariya min bike li karekî bigerim?

  • Navendên şêwirmendî û zanyariyan yên pêşeyan yên Kantona Bernê (BIZ-Bern) dê li ser pirsên kar, xwendin û pêşeyan tewsiyeyan li we bikin. Bo zanyariyên pirtir, ji kerema xwe serdana vir bikin malpera BIZ Bern (DE, FR).
  • Isa Fachstelle Migration bi çend zimanan li ser mijara kar tewsiyeyan dide. Zanyariyên bi Almanî dikarin li ser malpera isa peyda bikin.
  • Bajarê Bernê bo koçberên xwedan şiyan bernameyeke tora pispor heye. Jê re Bernetz tê gotin. Zanyariyan dikarin li ser malpera Bernetz peyda bikin (DE).
  • Rêxistinên HEKS Bread for All (HEKS) û cfd bernameyan pêşkêş dikin da ku alîkariya koçberên xwedan şiyan bikin ku karekî peyda bikin. Bo zanyariyên bi Almanî, van bibîne ser malpera HEKS (DE, FR, EN) û li ser malpera cfd (DE).

Ez çawa dikarim dîplomeyên xwe li Swîsê bidim qebûlkirin?

  • Kantona Bernê li ser vê mijarê pirtir anyariyên pêşkêş dike li Hallo-Bern.ch.
  • Sekreteriya Dewletê ya Perwerde, Lêkolîn û Nûjeniyê (SBFI) ji qebûlkirina bawernameyên biyanî berpirsiyar e. Zanyariyan li ser malpera SBFI dikarin peyda bikin (DE, FR, EN, IT).
  • Swissuniversities ji qebûlkirina bawernameyên zanîngehê berpirsiyar e. Dikarin zanyariyan peyda bikin li malpera Swissuniversities (DE, FR, EN, IT).

Ez çawa dikarim karsaziyekê dest pê bikim?

  • Zanyariyan û têbîniyên pratîkî yên li ser xwe-karsaziyê dikarin peyda bikin li ser ch.ch (DE, EN, FR, IT, RM).
  • Kantona Bernê li ser vê mijarê pirtir anyariyên pêşkêş dike li Hallo-Bern.ch.

Hînkirin û perwerdehiya pirtir

Ez dikarim li ku derê şagirtiyek, hînbûnek an perwerdehiyeke pirtir peyda bikim?

  • Zanyariyên li ser perwerdehiya destpêkê û domdar û şagirtiyên pîşeyî dikarin li ser berufsberatung.ch peyda bikin (DE, FR, IT, RM).
  • Zanyariyên li ser pergala perwerdehiyê li Swîsê dikarin li ser rûpela me peyda bikin Dibistan û Perwerde

Weitere Informationen.

Fusszeile