Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Tenduristî

Sazûmana tenduristiyê ya Swîsreyê çawa bi rê ve diçe? Hûn li sîgortayeke tenduristiyê digerin? Ji bo dayîna heqê sîgorteya we ya tenduristiyê pêdiviya we bi alîkariya pereyan heye? Hûn dixwazin bijîjkeke bi zimanê we diaxive bibînin? Hûnê li ser vê pelê agahiyên van mijaran bibînin.

Agahiyên gelemperî yên ji bo tenduristî û sazûmana tenduristiyê ya Swîsreyê

Sazûmana tenduristiyê ya Swîsreyê çawa dixebite?

Ezê li ku agahiyên girîng ên mijara tenduristiyê bibînim?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide.
  • Tenduristiya Bernê (DE, FR) li ser mijarên cihêreng ên wek bipêşdebirin û tedbîrên tenduristiyê, kêşbûn, tenduristiya zayendî û stresê agahiyan dide û şêwirmendiyê dike.
  • Hûnê agahiyên tenduristiyê yên Xaça Sor a Swîsreyê bi pir zimanan li ser migesplus.ch bibînin.

Sîgorteya tenduristiyê û sîgorteyên din

Ez dikarim çawa û li ku sîgorteyeke tenduristiyê çêkim?

  • Hûnê lîsteyeke sîgorteyên tenduristiyê li ser malpera BAGê bibînin. (DE, FR, IT, EN)

Ezê çawa sîgorteyeke tenduristiyê ya erzantir bibînim?

  • Hûn dikarin li ser malpera-Priminfo ya federasyonê buhayê sîgortayên cihêreng ên tenduristiyê bidin ber hev. (DE, FR, IT)

Pêdiviya min bi sîgorteyeke qezayê heye?

  • Ger hûn di hefteyê de herî kêm 8 saetan bi pere kar dikin, kesa yan kesê kar dide we, heqê sîgorteya we ya qezayê jî dide. Lê ger karekî we yê bi pere tine be, yan jî hûn di hefteyê de ji 8 saetan kêmtir kar dikin, divê hûn bi xwe sîgorteyeke qezayê bidin çêkirin. Saziya federal a tenduristiyê (BAG) li ser vê mijarê agahiyan dide we. (DE, FR, IT, EN)

Ezê çawa erzankirinê ji bo heqê sîgorteya tenduristiyê bistînim (erzankirina heqê were dayîn)?

  • Kesên kêm pere distînin, dikarin sîgorteya tenduristiyê erzantir bistînin. Navê vê «erzankirina heqê were dayîn e» Hûnê agahiyên vê mijarê li ser malpera kantona Bernê bibînin. (DE, FR)

Alîkariya bijîjkî û rewşên lezgînî

Ezê li ku bijîjkeke malê yan bijîjkekî zarokan bibînim?

  • Hûn dikarin li ser doctorfmh.ch bijîjkekê yan bijîjkekî, ku bi zimanê we diaxive bibînin. (DE, FR, IT, EN)
  • Hevdîtina we yê bi bijîjk re heye û pêdiviya we bi wergerandinê heye? Wergêrên navçandî hene. Hûn dikarin agahiyên zêdetir ên cihên navbeynkariya herêmî yên kantona Bernê li ser malpera Interpretê bibînin. (DE)

Kî wê di rewşeke lezgînî ya nexweşiyê de alîkariya min bike?

Xizmeta tenduristiyê ya li bajarê Bernê

Çi derfetên alîkariyê ji bo kesên kal û pîr ên di temenê malnişîniyê de hene?

Xwendegeh kîjan xizmetên bijîjkiyê didin?

Weitere Informationen.

Fusszeile