Tenduristî
Pergala tenduristiyê ya Swîsê çawa dimeşe? Gelo hûn li sîgorteya tenduristiyê digerin? Gelo hûn bo dayîna sîgorteya tenduristiyê hewceyî piştgiriya malî ne? Ma hûn dixwazin bijîşkekî ku bi zimanê we diaxive peyda bikin? Li ser vê rûpelê hûn ê zanyariyên li ser van mijaran peyda bikin.
Pergala tenduristiyê ya Swîsê çawa dimeşe?
- Xaça Sor a Swîsreyê (SRK) bi gelek zimanan pergala tenduristiyê şirove dike.
Ez dikarim li ku derê zanyariyên herî girîng li ser tenduristiyê peyda bikim?
- Kantona Bernê li ser vê mijarê pirtir anyariyên pêşkêş dike li Hallo-bern.ch.
- Tenduristiyê li Bernê zanyariyan û tewsiyeyan li ser mijarên cihêreng ên wekî pêşdebirina tenduristiyê û pêşîlêgirtin, narkotîk, tenduristiya cinsî û stresê peyda dike (DE, FR).
- Zanyariyên tenduristiyê ya ji Xaça Sor a Swîsê dikarin bi gelek zimanan li ser migesplus.ch peyda bikin.
Ez çawa dikarim û li ku derê dikarim sîgorteya tenduristiyê bigirim?
- Malpera Bundesamt für Gesundheit (BAG, Ofîsa Tenduristiya Giştî ya Federal) li ser sîgorteya bingehîn a tenduristiyê ya neçarî, sîgorteya pêvek û prîman agahiyan dide (DE, FR, IT, EN).
- Navnîşek pargîdaniyên sîgorteya tenduristiyê dikarin peyda bikin ser malpera BAG (DE, FR, IT, EN).
Ez çawa dikarim şîrketeke sîgorteya tenduristiyê ya kêm-mesref peyda bikim?
- Di malpera Hikûmeta Federal (Priminfo) de hûn dikarin mesrefên li pargîdaniyên cihêreng ên sîgorteya tenduristiyê bidin ber hev (DE, FR, IT).
Ma ez hewceyê sîgorteya qezayê dikim?
- Ger hûn heftê herî kêm 8 saetan bi heqdestê bixebitin, kardêrê we dê sîgorteya qezayê saz bike. Heger karê te yê bi dirav tune be, yan jî heftê ji 8 saetan kêmtir bixebite, divê tu bixwe sîgorteya qezayê derxînî. Ofîsa Tenduristiya Giştî ya Federal (BAG) dê li ser vê yekê we agahdar bike (DE, FR, IT, EN).
Ez çawa dikarim bo sîgorteya tenduristiyê (kêmkirina prîmê) sûd wergirim?
- Kesên bi diravên hindik dikarin sîgorteya tenduristiyê erzantir wergirin. Ji vê re "Prämienverbilligung" tê gotin. Zanyariyên li ser vê yekê dikarin li ser Malpera Kantona Bernê peyda bikin (DE, FR).
Ez dikarim li ku bijîjkê malbatê yan bijîşkekî zarokan peyda bikim?
- Li ser doctorfmh.ch hûn dikarin bijîşkekî ku bi zimanê we diaxive peyda bikin (DE, FR, IT, EN).
- Te hevdîtina bi doktor re heye û pêdivî bi wergêr heye? Wergêrên navçandî hene. Hûn dikarin zanyariyên pirtir li ser nivîsgehên navbeynkariyê yên herêmî li Kantona Bernê li ser malpera Interpret peyda bikin (DE).
Kî dê di rewşa awarte de alîkariya min bike?
- Di malpera bajarê Bernê de hûn ê hejmarên lezgîn ên herî girîng peyda bikin (EN).
Bo kalûpîrên temenê malnişînbûnê çi xizmetên piştgirî hene?
- Tu malnişîn î? Hûn dikarin li ser Malpera Navenda Desthilatdariya ji bo Kal û pîran li bara malnişînî û xizmetên piştgirîya darayî de zanyariyên pirtir peyda bikin (DE).
Dibistan çi xizmetên bijîjkî pêşkêş dikin?
- Hemî zarokên dibistanên bajarê Bernê bi rêkûpêk çavdêriya bijîşkî dikin. Hûn dikarin zanyariyên pirtir li ser malpera xizmeta tenduristiyê ya bajarê Bernê peyda bikin.