Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Hînbûna almanî

Hûn li kurseke almanî digerin? Hûnê li ser vê malperê agahiyên vê mijarê bibînin.

Li Swîsreyê çar zimanên welêt hene: almanî, fransî, îtalî û retoromanî. Ingilîzî jî ji xwe bi berfirehî tê bikaranîn. Hûnê li ser malpera konfederasyona Swîsreyê agahiyên zêdetir ên ji bo ziman û zaravayên welêt bibînin. (DE, FR, IT, EN, ES, PT, ZH, JA, RU)

Sertîfîka û alîkariya aborî

DeutschBon - kûponeke ji bo kursa almanî

  • Bajarê Bernê salê carekê kûponekê dide, ku mirov dikare bi wê kûponê heqê kursên almanî bide. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera DeutschBon bibînin. (DE)

Ezê li ku agahiyên zêdetir ên ji bo sertîfîkayên ziman û alîkariya aborî bibînim?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide.
  • Kesên xwediyê pereyekî kêm, dikarin KulturLegi bistînin. Hûnê bi KulturLegi erzaniyeke herî kêm ji sedî sih ji bo gelek çalakiyên çandî, werzîşî, dema vala û derfetên xwendinê (kursên ziman jî di navê de) li kantona Bernê û li giştiya Swîsreyê bi dest bixin.

Lêgerîna kursên almanî

Ez dikarim li ku li kursên almanî bigerim?

  • Bajarê Bernê ji bo dêûbavan û zarokên bi temenê asta berî xwendegehê bi dayîna kursên almanî yên MuKi derfeta hînbûna almanî ya bi hev re dide.
  • «Hînbûna almanî ya berî hêlîna zarokan» derfeteke bipêşdebirinê ya bajarê Bernê ye. Ew ji bo zarokên bi temenê asta berî xwendegehê yên kêm almanî dizanin an qet nizanin, tê dayîn. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera Primano bibînin.
  • Bajarê Bernê kursên ziman ên li ser hev ji bo zarok û ciwanên hindik almanî diaxivin an qet naaxivin, dide. (DE)
  • Cihê beşa koçberiyê Isa kursên almanî û kursên xweamadekirinê ji bo testa-fide, dide.

Ez dikarim li ku kurseke almanî ya belaş an erzan bibînim?

  • Bajarê Bernê salê carekê kûponekê dide, ku mirov dikare bi wê kûponê heqê kursên almanî bide. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera DeutschBon bibînin.
  • Lîsteyeke dêra katolîk a herêma Bernê ya kursên almanî yên belaş an erzantir ên li herêma Bernê heye. (DE)

Testa ziman û asta ziman

Ji bo nasnameya min pêdiviya min bi kîjan sertîfîkaya ziman heye?

  • Hûn dikarin fide-Test çêkin. Testa-fide ezmûneke ziman e, ku şarezayiya ziman di jiyana rojane ya Swîsreyê de ezmûn dike. Hûnê agahiyan li ser malpera fide bibînin. (DE, FR, IT, EN)
  • Hûnê agahiyên li ser sertîfîkayên din ên ziman jî li ser malpera fide bibînin. (DE, FR, IT, EN)
  • Ji bo dirêjkirina dema destûra mayîna we ya li vir (nasnameya we) pêdiviya we bi sertîfîkayeke ziman heye? Sekreteriya dewletê ya ji bo koçberan SEM we agahdar dike, bê ji bo wê, ji we re kîjan asta ziman lazim e. (DE, FR, IT, EN)

Weitere Informationen.

Fusszeile