Almanî fêr bibin
Gelo hûn li kurseke Almanî digerin? Li ser vê malperê hûn ê zanyariyên li ser vê mijarê peyda bikin.
Li Swîsê çar zimanên neteweyî hene: Almanî, Fransî, Îtalî û Romanî. Îngilîzî jî bi berfirehî tê axaftin. Li ser malpera Konfederasyona Swîsreyê li ser ziman û zaravayên welêt zanyariyên pirtir peyda bikin.
DeutschBon – kûponeke yarmetiyê bo kurseke Almanî
- Bajarê Bernê salê carekê kûponên yarmetiyê dide ku hûn dikarin bo kursên Almanî bidin. Zanyariyên pirtir dikarin li ser Webseite von DeutschBon peyda bikin (DE).
Ez dikarim zanyariyên pirtir li ser bawernameyên ziman û dayîna dirêv li ku peyda bikim?
- Kantona Bernê li ser vê mijarê pirtir anyariyên pêşkêş dike li Hallo-Bern.ch.
- Di malpera kantona Bernê de hûn ê hemî kursên ziman ên ku ji hêla kantonê ve ji hêla aborî ve tên piştgirîkirin peyda bikin (DE, FR).
- Kesên bi diravên hindik dikarin KulturLegi wergirin. Bi KulturLegi re, hûn ji kêmkirinên ku ji sedî 30 dest pê dikin sûd werdigirin li ser gelek pêşniyarên çandî, werzîşî, sergermî û perwerdehiyê (kursên zimên jî di nav de) li kantona Bernê û li seranserê Swîsê (DE, FR).
Ez dikarim li ku derê li kursên Almanî bigerim?
- Hûn dikarin motora lêgerînê ya kantona Bernê bikar bînin da ku kursa rast ji we re peyda bikin (DE, FR).
- Bajarê Bernê fersendê dide dayîkbav û zarokên pêşdibistanê ku bi kursên MuKi Almanî re bi hev re fêrî Almanî bibin.
- "Fêrbûna Almanî Beriya Zarokistanê" bernameyeke piştgiriyê ye ku ji aliyê bajarê Bernê ve tê pêşkêşkirin. Ew bo zarokên di temenê pêşdibistanê de ku hindikî Almanî diaxivin yan qet nizanin tê armanckirin. Bo zanyariyên pirtir, binêrin li malpera Primano (DE).
- Bajarê Bernê bo zarok û ciwanên ku hîn hindik an jî qet bi Almanî diaxivin kursên zimanî yên zexm pêşkêşî dike (DE).
- Kantona Bernê bo ciwanên di navbera 13 û 17 salî de "Kursên Dûhev ên Herêmî PLUS" (RIK+) pêşkêş dike. Bo zanyariyên pirtir, li vir binêrin malpera lijneya ji bo zarokistanê, dibistana seretayî û şêwirmendiyê (AKVB) (DE, FR).
- Isa-Fachstelle Migration kursên Almanî û kursên amadekariyê bo fide-Test pêşkêş dike (DE).
Ez dikarim li ku kurseke Almanî ya belaş an erzan peyda bikim?
- Bajarê Bernê salê carekê kûponên yarmetiyê dide ku hûn dikarin bo kursên Almanî bidin. Hûn dikarin zanyariyên pirtir li ser malpera DeutschBon peyda bikin (DE).
- Herêma Dêra Katolîk a Bernê rêzkirin bi kursên Almanî yên belaş an erzan li herêma Bernê heye (DE).
Kîjan bawernameyên ziman bo destûra rûniştina min lazim in?
- Hûn dikarin fide-Test bigirin. fide-Test azmûneke zimanî ye ku di jiyana rojane de li Swîsê şiyana zimanê we diceribîne. Hûn dikarin zanyariyan li ser malpera fide peyda bikin (DE, FR, IT, EN).
- Hûn dikarin zanyariyan li ser bawernameyên zimanên din jî li ser malpera fide peyda bikin (DE, FR, IT, EN).
- Gelo ji we re belgeyeke ziman hewce ye ku hûn destûra rûniştina xwe nû bikin? Sekreteriya Dewletê ya Koçberiyê (SEM) agahdar dikr pêdiviya we bi kîjan asta zimanî heye (DE, FR, IT, EN).