Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Bicihûwarbûn, dema vala, çûnûhatin

Hûn li malekê digerin? Hûn dixwazin mala xwe biguherin? Pêdiviya we bi ehliyeteke ji bo Swîsreyê heye? Hûn dixwazin zanibin, bê çi derfetên borandina dema vala hene? Hûnê li ser vê pelê agahiyên van mijaran bibînin.

Bicihûwarbûn

Min niha bar kiriye bajarê Bernê. Divê ez xwe li ku bidim qeydkirin?

Ez li ku dikarim li malekê bigerim?

Hûn dikarin derfetên lêgerîna malan a li ser internetê, wek mînak:

Ji bo mala min an xaniyê min pêdiviya min bi kîjan sîgorteyê heye?

  • Hûn bi sîgortayeke şexsî ya berpirsyariyê xwe li hember zor û zehmetiyên aborî diparêzin. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera kantonê ya Hallo-bern.ch bibînin.

Wek kirêdar maf û erkên min çi ne?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide. Pê re agahiyên din ên peymanên kirê, maf û erkên we yên dema hûn malekê kirê bikin jî hene.

Li ku û çawa çop/bermayî tê avêtin?

  • Bajarê Bernê zanyariyan li ser kingê û li ku derê dikare were avêtin û vezivirandin dide (DE).

Ez çawa dikarim mala xwe bi awayê rast hewadar bikim?

Hîn pirsên min hene. Ez dikarim li ku agahiyên zêdetir ên li ser mijara bicihûwarbûnê bibînim?

  • Projeya «Silav cîran!» rêzikên gelemperî yên jiyana bi hev re wergerandiye pir zimanan. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera bajarê Bernê bibînin.
  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide. Agahiyên din ên ji bo rûniştin, baca ji bo radyo û televizyonê (Rechnunga SERAFE) û ji bo avêtina çop û bermayiyan jî dide.

Çûnûhatin

Veguheztina giştî çawa bi rê ve diçe?

  • Hûnê li ser malpera Bernmobil agahiyên li ser planê çûnûhatinê yê li bajarê Bernê bibînin. (DE, FR, EN)
  • Komeleya diyarkirina tarîfê LIBERO bilêt, abonment û kartên rojane di nav sînorên kantona Bernê de dide. (DE, FR)
  • Hûnê agahiyên gelemperî yên ji bo bilêt û abonmentan û herwiha planê çûnûhatinê yê netewî û navnetewî li ser malpera-SBB bibînin. (DE, FR, IT, EN)

Ez heta kengî dikarim ehliyeta xwe ya welatê xwe li ba xwe bihêlim?

  • Ehliyeteke we ya ji welatekî din heye? Hûn bi wê nikarin zêdetirî duwazdeh mehan li swîsreyê siwareyê (maşîneyê) biajon. Hûnê agahiyên zêdetir li ser malpera Strassenverkehrsamt a kantona Bernê bibînin. (DE, FR)

Ez dikarim li ku ehliyeta xwe biguhêzim?

Ger hûn dixwazin ehliyeta xwe ya ji welatekî din li vir biguhêzin, divê hûn daxwaznameya xwe û kaxezên pêwîst bi şexsê xwe bînin. 

Kantona Bernê agahiyên zêdetir ên vê mijarê li ser Hallo-bern.ch dide.

Jiyana li Bernê

Ez li ku dikarim agahiyên zêdetir ên li ser çalakiyên dema vala yên li nav bajêr bibînim?

  • Bern bajarekî biçûk lê belê zindî ye. Cihên wek park, dikan, lîstikgeh, derfetên borandina dema vala, werzîş û çalakiyên din -derfetên belaş an erzan jî - li ser malpera bajarê Bernê kifş bikin. (DE)
  • Kesên xwediyê pereyekî kêm, dikarin KulturLegi bistînin. Hûnê bi KulturLegi erzaniyeke herî kêm sih ji sedî ji bo gelek çalakiyên çandî, werzîşî, dema vala û derfetên xwendinê (kursên ziman jî di navê de) li kantona Bernê û li giştiya Swîsreyê bi dest bixin. (DE, FR)

Weitere Informationen.

Fusszeile