Navigieren auf Stadt Bern

Benutzerspezifische Werkzeuge

Content navigation

Maf/Heq

Hûn dixwazin zanibin li Swîsreyê kîjan maf/heq û erkên we hene? Me li ser vê pelê navnîşan û cihên şêwirmendiyê yên girîng ên mijarên mayîna li vir, hemwelatîbûn, anîna malbatê, zewac û parastina li hember cudakariyê bi cih kir.

Mayîn/Nasname

Kîjan destûrên mayînê (nasname) hene? Bi nasnameya bidin min, çi mafên min hene?

  • Kantona Bernê agahiyên vê mijarê li ser Hallo-Bern.ch dide.
  • Bajarê Bernê di pirtûkeke pirzimanî de dibêje, bê alîkariya dewletê çawa bi rê ve diçe. Hûnê vê pirtûkê li ser malpera Sozialdienst a bajarê Bernê bibînin.

Hemwelatîbûn û anîna malbata xwe

Ez çawa dikarim xwe bikim hemwelatî?

Hûnê agahî û cihên têkiliyê li ser van malperên li jêr bibînin:

Ez çawa dikarim malbata xwe bînim Swîsreyê?

Hûn niha li vir dijîn û dixwazin malbata xwe bînin Swîsreyê?

Şêwirmendiya hiqûqî û mafên koçberiyê

Ezê li ku şêwirmendiya hiqûqî ya belaş bistînim?

Ev saziyên li jêr belaş an erzan şêwirmendiya we dikin:

Hûnê li ser malpera bajarê Bernê lîsteyeke hemû cihên agahiya hiqûqî ya bajarê Bernê bibînin. (DE)

Wek biyaniyekê yan wek biyaniyekî zêdetir kîjan zagon ji bo min hene?

  • Zagona biyaniyan û Integrasyonê (AIG) şert û mercên wek mînak, vîze, hatina vir û mayîna li vir saz dike. Hûnê vê zagonê li ser malpera SEMê bibînin. (DE, FR, IT)
  • Hûnê li ser malpera SEMê bersiva pirsên zêde tên pirsîn ên AIGê bibînin. (DE, FR, IT, EN)

Mafên taybet û parastina li hember cudakariyê

Gava bi rêveberiyê re pirsgirêk derkevin, ezê alîkariyê ji ku bistînim?

Gava li rastî cudakariyê werim, ezê ji ku alîkariyê bistînim?

Hûn li rastî nijadperestî yan cudakariyê hatine? Hûn dixwazin alîkariya kesên din ên li rastî cudakariyê hatine bikin? Cihên li jêr wê agahiyan bidin we û şêwirmendiya we bikin:

Çi mafên min di rewşa ducanîbûn, zewac û hevjîniyê de hene?

Hûn kar dikin û hûnê bibin dayik? Mafên taybet ên dayik û jinên ducanî hene.

  • Hûnê agahiyên li ser mafên xwe li ser malpera sendîkaya Unia jî bibînin. (DE, FR, IT)

Pirsên we yên li ser zewac û hevjîniyê hene?

  • Hûnê agahiyên ji bo mijara zewacê li ser ch.ch bibînin. (DE, FR, IT, RM, EN)
  • Hûn biryarê didin, bê kengî û bi kê re bizweicin! Gelo awayekî din bi serê we de tê? Hûnê li ser malpera bajarê Bernê agahiyên ji bo zewaca bi zorê û hevjîniya bi zorê bibînin. (DE)
  • Hûn têkiliyeke duneteweyî dijîn? Hûn nû hatine Swîsreyê? Frabina ji bo mijara jiyana bi hev re ya mirovên ji netewe û çandên cihêreng bi pir zimanan şêwirmendiyê dide.
  • Cihê şêwirmendiya jinan Infra Bern şêwirmendiya belaş bi pir zimanan ji bo mijarên hiqûqî yên li ser hevjînî, hevberdan, betlaneya dayikbûnê û mafên biyaniyan dide. (DE, FR. EN)

Zordariya li nav malê

Li malê zordarî bi serê min de hat. Ezê alîkariyê li ku bibînim?

  • Kantona Bernê ji bo we cihên şêwirmendiyê yên cihêreng li ser karteke rewşa lezgînî bi pir zimanan bi cih kiriye.
  • Hûnê agahiyên bi pir zimanan û jimarên telefonên rewşa lezgînî li ser malpera bajarê Bernê bibînin. (DE)

Weitere Informationen.

Fusszeile